Nîsan 22, 2023 16:00 Asia/Tehran
  • Helîna qeşayên cemserê li Grînlendê û Cemsera Başûr bileztir bûye

Li gorî encamên lêkolînan, Helîna qeşayên cemserê li Grînlendê û Cemsera Başûr bileztir bûye.

Encamên Lêkolînên nû yên giştalî di asta navneteweyî da nîşan didin ku latên qerselanên Grînlendê û Cemsera Başûr vê demê zêdetirî sê beranberî 30 sal berê di salê da dihelin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Lêkolînên nû yên giştalî di asta navneteweyî nîşan didin ku navgîna helîna salane li Grînlendê ji sala 2017an heta 2020î sedî 20 zêdetir ji destpêka vê dehsaliyê û zêdetirî 7 beranber zêdetir ji helîna salane di dehsaliya 1990î ye.

Ev lêkolîn ku li Kovara Earth System Science Data’yê ya roja Pêncşemiyê hat weşandin nîşan dide ku ji sala 2017an heta 2020î qeşayên heliyayî yên hevdudanî gihîşte 410 miliyar tonî di salê da ku zêdetirî sê duyê vê qasê têkildarî Grînlendê ye.

Cemsera Başûr jî ji sala 2017an heta 2020î hema wisa salê derdora 127 miliyar ton cemedê di salê ji dest dide ku sedî 23 anegorî destpêka dehsaliyê kêm bûye.

 

Serepeyv