Nîsan 20, 2023 15:44 Asia/Tehran
  • Navenda Navneteweyî ya Lêkolînên Tep û Tozê hat damezirandin

Serokê Lêkolîngeha Hewanasî û Zanistên Atmosferê ya Îranê qala damezirandina Navenda navneteweyî ya Lêkolînên Tep û Tozê li vê lêkolîngehê bi armanca amadetiya ji bo têkoşîna dijî diyardeya belavbûna tep û rozê kir.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, ‘Mehdî Rehnema’ Serokê Lêkolîngeha Hewanasî û Zanistên Atmosferê ya Îranê tevî ragihandina vê nûçeyê got: Li gorî belge û qanûn û rêzikên yên bilind ên têkildarî tûfanên tep û tozê weke Rêziknameya cihanînê ya têkoşîna dijî diyardeya tep û tozê, Qanûna Bernameya şeşem a Geûepêdanê û Qanûna Hewayê Paqij, pêşbînîkirin û pêş-agahî wek kiryareke bingehîn di têkoşîna dijî diyardeya tûfanên tep û tozê hatiye tayînkirin.

Serokê Lêkolîngeha Hewanasî û Zanistên Atmosferê ya Îranê her wiha got:

Li gorî raporê Rêxistina Xwarek û Çandiniyê ya NY’yê (FAO) nêzikî sedî 75 ji jêderkên rabûna tûfanên tep û tozê xwezayî ne ku tevî zêdebûna navendên bi jêderka mirovî, ev rêje bilindtir dibe.

Wî got: Vê navendê piştî bidawîhatina çalakiyên avakirin û kiryarên nermalavî xebata xwe bi awayê ceribandinî dest pê kiriye û di hefteyên bê da dê bi fermî were vekirin.

 

Serepeyv