Nîsan 17, 2023 14:33 Asia/Tehran
  • Tenduristî | ‘Taya Dêngî’ li Arjantînê belav bûye

Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê ragihand ku ji destpêka Çileya 2023an va zêdetirî 40 hezar haletên tûşbûna Taya Dêngî’yê li Arjantînê hatine tomarkirin.

“Taya Dêngî’ (Dengue Fever) navê nexweşiyeke vîrûsî ye ku wek Taya Dêng, Taya Dang an jî ‘Taya Hestî-Şikên’ jî tê naskirin. Taya Dêngî bi vedana pêşûyan tê veguhestin û nexweşiyeke derdnak û lawazker e ku ji ber her yek ji çar vîrûsên Dengue diqewime ku nêzikî hev in. Ev vîrûs têkildarî wan vîrûsan in ku Enfeksyona Nîla Rojava û Taya Zer pêk tînin.

Li gorî nûçeya Sputnik’ê, Wezareta Tenduristiyê ya Arjantînê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Wezareta Tenduristiyê radigihîne ku heta hefteya 14an a Pandemiya sala 2023an, 41 hezar û 257 haletên Taya Dêngî li welêt hatine tomarkirin ku ji vê hejmarê 37 hezar û 914 halet li nav Arjantînê qewimîne.”

Li gorî ragihandina Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, ti dermanekî taybet ji bo Taya Dêngî tineye û vîksîna dijî wê tenê ji bo kesên ku raboriya enfeksyona Dêngî hene, tê tewsiyekirin. Çar guhertoyên vê vîrûsê hene; bi vê wateyê ku kesek dikare tûşî çar cûreyên ciyawaz ji Taya Dêngî bibe.

Banka Cîhanî gelheya Arjantînê di sala 2023an da 45,8 miliyon kes berawird kiriye.

 

 

Serepeyv