Nîsan 16, 2023 16:25 Asia/Tehran
  • Rêbazek ji bo berovajîkirina Nexweşiya Bîrbîrokîbûnê hat keşfkirin

Zanyarên Enstîtûya Teknolojiyê ya Massachusetts’ê rêyeke berbiçav ji bo berovajîkirina Nexweşiya Bîrbîrokîbûnê anku Alzeymirê (Alzheimer) keşf kirin.

Li gorî rapora New York Post’ê, Zanyarên Enstîtûya Teknolojiyê ya Massachusetts pêşketineke mezin di têkoşîna ji bo berovajîkirina dûhatên Nexweşiya Bîrbîrokîbûnê bi dest xistine ku kêmbûneke berbiçav di wêrankirina esebî da nîşan dide.

Ev destkefta mezin piştî wê pêk hat ku lêkoleran karîn guherînekê di Amzîma ku bi giştî li mejiyê nexweşên bîrbîrokî gelekî zêde çalak e, pêk bînin. Anzîma hayberçalak a CDK5’ê bi Peptide’ekê an jî rişteyek ji esîdên amîne hat dermankirin. Testên seretayî yên pêkhatî li ser mişkan encamine berbiçav û hêvîder nîşan dan.

‘Li-Huei Tsai’ nivîskarê vê lêkolînê got ku ev ‘peptide’ dikare derbasî mejî bibe û di çend modelên ciyawaz da, peptide bandorên parastina li hemberî jidestdana noron anku eseban nîşan dide û wer xuya dike ku dikare hin nivîşkaniyên reftarî derman bike.

Zanyar hêvîdar in ku ev keşf bibe dermanek ji bo pêşîgirtin li têkçûna aqil anku Nexweşiya Bîrbîrokîbûnê. Kompaniyên dermançêkirinê hewl dane ku P25’ê bi dermanên molekûlî yên biçûk bikin armanc; lê ev derman bi giştî dûhatên pêreyî pêk tînin.

Ev peptide her wiha encamine bihêz di kemilandina Proteîna Tau’ya mejî nîşan dide ku dema diguhere, dibe taybetmendiyeke sereke ya Nexweşiya Alzeymirê.

 

 

Serepeyv