Nîsan 16, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • Peykera ‘Serbazê Sasanî’ ji Brîtanyayê bo Îranê dê were vegerandin

Kevnarenasê Mûzexaneya Brîtanyayê ragihand, Peykera nasyar bi Serbazê Sasanî di Gulana 2023an da dê radestî Balyozxaneya Îranê li Londonê bê kirin.

‘Saint John Simpson’ Kevnarenasê Mûzexaneya Brîtanyayê roja Şemiyê di gotûbêja bi IRNA’yê ra raporek ji pêvajoya naskirina vê berhemê û restorekirina wê raber kir û got: Tenê 30 heb ji van kevir-nîgareyan li cîhanê hatine naskirin ku hema bêje tevahiya wan ayîdî parêzgeha Farsê li Îranê ne.

John Simpson di dewamê da got: Rayedarên sînorî 6 sal beriya niha li balefirgeha Stansted’ê dest danîn ser pakêtekê û ragihandine me ku muhtemel ev berhemeke kevn be.

Li gorî gotina ‘Saint John Simpson’, di Adara 2016an da Rêveberê Mûzexaneya Neteweyî ya Îranê ji gihîştina vê pakêtê bo Brîtanyayê haydar bûye û vî rayedarê îranî piştrast kiriye ku peyker dibe ku ayîdî serdema Sasanîyan û parêzgeha Farsê be û divê li Îranê were vegerandin.

‘Saint John Simpson’  got: Şêwaza vê peykerê bi awayekî taybet nêzikî berhemên dawiya sedsala sêyem ji Navçeya Goyemê li 30 kîlomitriya bakurê rojavayê Şîrazê ye.

 

Serepeyv