Nîsan 14, 2023 17:35 Asia/Tehran
  • Tenduristî û Pizîşkî | Vaksîna Malarîyayê li welatê Xenayê hat piştrastkirin

Xena (Gana) wek welatê herî pêşî vaksîna nû ya Malarîyayê ku ji aliyê Zanîngeha Oxford’ê va hatiye pêşxistin, piştrast kir.

Li gorî rapora El-Cezîreyê ya êvara Pêncşemiyê, Vaksîna nû ya Malarîyayê bi navê R21’ê hatiye binavkirin û lêkoler vê vaksînê wek “Guhêrker li Cîhanê” dizanin.

Adrîn Hîl zanyarê Zanîngeha Oxford’ê got: Xenayê ev vaksîn ji bo koma temen a li ber xetera herî bilind a mirina ji ber Malarîyayê yanî zarokên ji 5 heta 36 mehî piştrast kiriye.

Oxford’ê girêbesta berhemanîna 200 miliyon dozên vê vaksînê di salê da digel Kompaniya Serum Institu’ya Hindê girêdaye.

Malarîya nexweşiyeke engelî û pirsgirêkeke hin welatan nemaze welatên navçeya germ û nîv-germ li cîhanê ye.

Engela Malarîyayê bi vedana cûneke pêşûyan bi navê Anofêl (Anophele) vediguheze mirov. Ev cûna pêşûyan bixwe pêkhatî ji çend cûreyan e.

Ev nexweşî wek enfeksyoneke giran û di pirrî babetan da xedar û carinan demdirêj bi nîşane û dûhatên mîna taya berdewam û ricifîn, kêmbûna xwînê û mezinbûna Fatereşk anku Tehalê û carinan jî nîşaneyên din ên sade û kujer diqewime.

 

Serepeyv