Nîsan 12, 2023 17:07 Asia/Tehran
  • Navçeyên ‘Çek qedexe ye’ li Almanyayê zêdetir dibin

Zêdebûna sûcên bi bikaranîna Çeka Sar (kêr û hwd) li Almanyayê bûye sebeb rayedarên vî welatî navçeyên ‘Çek qedexe ye’ zêdetir bikin.

Li gorî nûçeya Fars News’ê, ‘Nancy Faeser’ Wezîra Karên Navxweyî ya Almanyayê û hin rayedarên vî welatî daxwaza zêdekirina navçeyên Qedexetiya Çekê ji bo girantirkirina sekinîna li hemberî tundûtûjiya bi Çeka Sar li Almanyayê kirin.

Nancy Faeser’ê got: “Em divê li dû qedexekirina hilgirtina kêrê li wesayîtên gelemperî, utubûs û trenan bin. Her kes ku bi balefirê rêwîtî dike, nikare kêrê digel xwe hilgire.”

Wê her wiha tekez kir: Zêdekirina tevdîrên ewlehiyê di hatûçûna gelemperî da û pêkanîna navçeyên Vala ji çekan li hin navçeyên bajarî yên taybet dikare rêkareke din ji bo kêmkirina sûcên bi Çeka Sar be.

Çend roj berê “Holger Münch” Serokê Ofîsa Federal a Polîsê Sûcê ya Almanyayê jî daxwaza pêkanîna navçeyên Vala ji Çekan li rawestgehên trenê û derdora wan kiribû.

Ji ber êrîşa bi kêrê li trena Kîl-Hambûrgê di Çileya 2023an da 2 kes hatin kuştin û heft kes birîndar bûn.

 

Serepeyv