Nîsan 11, 2023 18:25 Asia/Tehran
  • Almanya jî dixwaze Robota GPT’yê asteng bike

Li pey pêngava Îtalyayê ya qedexekirina robota Hişê Çêkirî ya GPT’yê, Almanya jî dixwaze ji ber nîgeraniya derbarê jiyana kesane û qada jiyana xisûsî bikaranîna wê qedexe bike.

Îtalya yekem welatê rojavayî bû ku GPT qedexe kir; tevî vêya ev bername li welatine mîna Çîn, Îran, Koreya Bakur û Rûsyayê ku gelek bernameyên Amerîkayê li wan astengkirî ne jî li ber dest nîne.

Li gorî rapora Malpera Independent’ê, ‘Ulrich Kleber’ Serokê Saziya Parastina Daneyan a Almanyayê ji rojnameya Handelsblatt’ê ra got ku li pey qedexekirina vê robota Hişê Çêkirî li Îtalyayê di hefteya derbasbûyî da, dibe ku kiryareke wiha li Almanyayê jî bi cih bê.

Rêxistina Bikarênerên Ewropî (BEUC) ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku metirsîyên GPT Chat’ê û robotên çetê yên wiha ji bo bikarênerên ewropî vekolîne.

Rêveberiya Parastina Daneyan a Îtalyayê nasyar bi Garante’yê GPT Chat’a ku ayîdî kompaniya OpenAI’yê ye, ji ber nebûna şiyana kontrolkirina temenê bikarênerên vê hişê çêkirî tawanbar kir.

Vê saziya îtalyayî her wiha ragihand ku GPT Chat’ê ‘Ti bingeheke hiqûqî derbarê komkirin û hilgirtina berfireh a zanyariyan kesan’ tineye.

Îtalyayê 20 roj derfet da OpenAI’yê ku di vî warî da bersiv bide.

 

Serepeyv