Nîsan 11, 2023 16:18 Asia/Tehran
  • Fransa laboratiwareke zanistî li kûrahiya 2.5 kîlomitriya deryayê çê dike

Laboratiwareke nû li kûrahiya 2.5 kîlomitiriya ava deryayê ku dikare bi tamî ji dûr va were kontrolkirin, li nêzikî Marsêya Fransayê tê çêkirin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Ev laboratiwara bin avê dê bi roboteke bi navê “BathyBot”ê were pergalkirin ku dikare hêmanên cûrbicûr ên oqyanûsê ji wan pileya germayê û oksîjenê bipîve.

Ev navend ku navê Laboratoire Sous-Marin Provence Méditerranée (LSPM) lê hatiye kirin, nimûneya herî pêşîn a laboratiwara binavî li Ewropayê ye û bi gellek alav û hîskerên zanistî ji bo oqyanûsnasî, erdnasî, fîzîka pirtikan û warên din hatiye teyarkirin.

LSPM’ê alavên zanistî yên pêşketî ji wan Diyarkera Neutrino (KM3NeT) di xwe da dihewîne ku pêkhatî ji 2070 topan e û li binê oqyanûsê cih girtiye. Ev laboratiwar her wiha ji hîskerên hawîrdorê yên EMSO’yê sûd werdigire ku di warê çavdêriya li ser rêkmendiya oqyanûsê da tê bikaranîn.

Rêveberê lêkolînan li Navenda Fîzîka Pirtikan a Marsêyê û Rêveberê LSPM’ê ji Ars Technica’ê ra got: Alavên diyarker ên dêwsa li vê laboratiwarê dikarin pirtikên Neutrino’yê ku ji asimanê nîvkoreya başûr va diteyîsin, nas bikin. Di babetên kêmdîtî da Neutrino digel molekûlên avê têkilî çê dikin û di tarîtiya oqyanûsê da, ronahiyeke nêzikî rengê şîn berhem tînin. Ev ronahî alîkariya me dike ku bikarin tûş û enerjiya Neutrino’yan bipîvin.

Vî lêkolerî got: Ji ber ku kûrahiya deryayan hîn bi başî nehatiye naskirin, laboratiwara LSPM’ê ya bi avê dikare têgihîştina me ji diyardeyên cûrbicûr zêde bike. Vê demê hin alavên vê laboratiwarê çalak in, lê di havîna bê da ev ceribînmgeh dê bi tamî bikeve operasyonê.

 

Serepeyv