Nîsan 11, 2023 15:38 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyîyên bi Sifilîsa zikmakî li Kanadayê zêde bûye

Hejmara tûşbûyîyên bi nexweşiya Sifilîsa zikmakî li Kanadayê di heyama çar salan da sêzdeh qatan zêdetir bûye.

Li gorî rapora Kanala CBC'yê, hejmara zarokên kanadayî yên tûşbûyî bi nexweşiya Sifilîsa zikmakî bi awayekî berbiçav û nîgeranker zêde bûye; bi awayekî ku ev hejmar di heyama çar salan da sêzdeh beranber bûye.

Li gorî gotina karzanên bijîşkî, hejmara tûşbûyîyên bi vê nexweşiyê li nav zarokan ne tenê zêde dibe, belkî ji kontrolê derketiye.

Tê gotin, sala 2021ê hejmara tûşbûyîyên bi Sifilîsa zikmakî sêzdeh beranberî vê hejmarê di sala 2017an da bûye.

Babetên herî zêde yên tûşbûna bi vê nexweşiyê li parêzgehên başûrê Kanadayê hatine tomarkirin.

 

Serepeyv