Adar 26, 2023 17:05 Asia/Tehran
  • Cûreyeke ciyawaz a Minîkan ji aliyê lêkolerên îranî va hat tomarkirin

Lêkolerên îranî cûreyeke ciyawaz a Minîkan keşf û tomar kirin.

Li gorî rapora Mehr News’ê, Lêkolerên Zanîngeha Şehîd Çemran a Ehwazê, parêzgeha Xûzistanê (başûrê Îranê), di dema vwkolîna fonestîk li ser minîkên malbata ‘Noctuidae’yê li parêzgeha Xûzistanê, cûreyeke minîkan tomar kirin ku ji bo cîhana zanistê tiştekî nû ye.

Ji ber vê yekê ev cûreya ciyawaz a minîkan wek Mal-Aqayî (Leptologia malaqai) hat binavkirin û encama lêkolînê li kovareke derveyî hat weşandin.

Navçeya Mal-Aqa’yê li bintara Çiyayê Mongeştê li rêzeçiyayên Zagrosê ye û wek cihekî balkêş ji bo geştyariyê tê zanîn.

Li vê navçeyê Darên Berûyê (Darberû) bi berfirehî şîn dibin.

 

 

Serepeyv