Adar 25, 2023 16:54 Asia/Tehran
  • Rûsyayê xwefirra xwe ya nû ‘Qersan’ nimand

Rûsyayê wek pêngavek ji bo têkbirina tankên welatên rojavayî, xwefirra xwe ya herî nû bi navê ‘Qersan’ê nimand.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Xwefirra ku Artêşa Rûsyayê navê “Kujera Leopard-2” lê kiriye, amaje bi tankên almanî yên “Leopard” dike ku Ukraynê ji bo guhertina hevsengiya hêzan ew daxwaz kirine.

Ev xwefirr dikare mûşekên Aatka’yê yên dijetank hilgire; mûşeka ku dikare mertalên bi stûriya 800 Mîlî-Mitrî biqelişîne û têkeve navê.

Giraniya Xwefirra Qersan’ê di dema firrînê da 200 Kîlogram e û dikare 10 saetan berdewam li asimên bigere.

Leza vê xwefirrê 150 Kîlomitr di saetê da ye û berovajî pirraniya xwefirran dikare ji ser Mencenîqê bê firrandin; her wiha dikare ji ser banda balefirgehan jî rabe asimên.

 

Serepeyv