Adar 23, 2023 14:57 Asia/Tehran
  • Avêtina Roketa ‘Relativity Space’ê bo cara sisêyan bi ser neket

Roketa çêkirî bi rêya çapkera sêrehendî ya Kompaniya Startup’ê ya Relativity Space’ê ya Amerîkayê piştî sê serneketinên lipeyhev bê fezayê hat avêtin, lê negihîşte xolgeha Erdê.

Ev sêyemîn avêtina serneketî ya roketa çêkirî bi çapkera sêrehendî ye. Di destpêka Adarê da jî roketa  çend kêliyan piştî avêtinê ji ber xevabûna matora wê ya dehfder nekarî bi duristî were avêtin.

Li gorî rapora Farnce Press’ê, Roketa Relativity Space’ê ku hema bêje hemî parçeyên wê bi rlya çapkera sêrehendî hatine çêkirin, êvara Çarşemiyê li gorî dema Amerîkayê ji Navenda Fezayî ya ‘Kêyp Kanavêral’ê (Cape Canaveral) bo fezayê hat avêtin.

Qonaxa yekem a avêtina vê roketê serkeftî bû, lê ev roket tenê sê deqîqeyan beriya ku bigihêje xolgeha Erdê nekarî pêş da biçe û di dawî li ket nav avên Oqyanûsa Etlesê.

Kompaniya Relativity Space’ê sala 2015an ji aliyê çend endazyarên cewan ên di warê Hewa-fezayê da hat damezirandin û ji ber planên xwe yên fezayî yên berzefirrane gelekî zû ji aliyê sermayeguzar û dabînkerên darayî va hat pêşwazîkirin.

 

Serepeyv