Adar 22, 2023 19:33 Asia/Tehran
  • Xewa têrê bandora rasterast li karayîya vaksînê dike

Lêkolînên nû nîşan didin ku razana têrê bandora vaksînê zêdetir dike.

Li gorî rapora CBS News’ê, Lêkolîneke nû ya weşandî di Kovara “Biyolojîya Hevçerx” (Current Biology) da nîşan dide ku razana kêmtir ji 6 saetan di roja wergirtina vaksînê da têkiliyeke rasterast digel kêmbûna berhemanîna antîbodiyê heye; di halekî da ku kesên ku heft saetan an zêdetir razane, rêjeyeke zêdetir a antîbodiyê piştî werghirtina vaksînê di bedena wan da berhem tê.

Ev lêkolîn nîşan dide ku bersiva Antîbodiyê li bedena mirovan nîşaneyeke klînîkî ya girîng ku nîşana parastinê û ji nîşaneyên seretayî yên êminiyê piştî vaksînekirinê ye.

“Îvo Von Kotêr” Mamosteyê Zanîngeha Şîkagoyê got: “Xewa baş ne tenê bandora vaksînê xurt dike, belkî dibe ku heyama êminkirina wê jî dirêj bike.”

Di vê lêkolînê da wergirên vaksînên Flû û Hêpatîtê hatin vekolandin û hat diyarkirin ku têkiliyeke bihêz di navbera razana baş û bandordanîna vaksînê nemaze di mêran da heye.

 

Serepeyv