Adar 20, 2023 15:10 Asia/Tehran
  • Guherînên Keşûhewayê | NY’yê li ser dewama germbûna Erdê hişyarî da

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya herî dawî li ser guherînên keşûhewayê da ragihand, dewama germbûna Erdê mirovahî tûşî kokbirrbûnê aniye.

Li gorî rapora IRNA’yê, Rapora herî dawî ya NY’yê derbarê rewşa keşûhewayê li Erdê roja Duşemiyê hat weşandin û tevî hişyarîdana dubare derheq dewama bilindbûna pileya germayê li Erdê, ragihand, Zanyar hişyarî didin ku eger pileya germayê ji ya heyî zêdetir bibe, dê mirovahî tûşî xetera cidî were.

‘António Guterres’ Sektererê Giştî yê NY’yê di civîneke yekhefteyî da li ser guherînên keşûhewayê ku li bajarê Întêrlakê ya Swîsê hat lidarxistin hişyarî da ku Seyroka Erdê nêzikî niqteyeke bêveger dibe û divê welatên cîhanê xwe pabendî lihevkirina yek û nîv pileyên Santî-Grad a beriya serdema pîşeyî bikin.

Welatên cîhanê 8 sal beriya niha li Parîsê li hev kirin ku hewl bidin zêdebûna pileya germayê di asta 1.5 pileyên Santî-Grad sînordar bikin an herî kêm wê di asteke kêmtir ji 2 dereceyan ragirin.

Navgîna pileya germaê ya cîhanê ji sedsala 19an va heta niha 1.1 dereceyê zêdetir bûye; lê ‘António Guterres’ hefteya bihurî îsrar dikir ku asta armanc a 1.5 dereceyên Santî-Grad bi daxistina bilez a asta belavkirina Gazên Gulxaneyî (Greenhouse gas) li hemî beşên abora cîhanî pêkan e.

 

Serepeyv