Adar 19, 2023 20:40 Asia/Tehran
  •  Torên Civakî | Servîsa Meta’yê li Amerîkayê êdî bi pere tê raberkirin

Meta’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku Servîsa Piştrastkirina Pênaseyê ya Meta’yê dê servîsa aboneyê li Amerîkayê damezirîne.

Meta’yê bi daxuyaniyekê ragihand, ervîsa Piştrastkirina Pênaseyê ya Meta’yê piştî hesabê bikarêneran bi bikaranîna karta naskirinê ya dewletî vekoland, dê Tîka Şîn bide wan û bihayê aboneya wê ya mehane 11 dolar û 99 sênt ji bo destragihîştina bi rêya Webê û 14 dolar û 99 sênt ji bo destragihîştina di sîstemên iOS’ê yên Apple û Android Google’ê be.

Ev servîs ku Meta’yê di Sibatê da ragihandibû ku mijûlî ceribandina wê ye, pê li dewsa Snapp Chat û Telegram’ê dadihîne û hewldana herî nû ya kompaniyeke torên civakî ji bo cihêrengkirina derhata xwe û cebirandina kêmbûna derhata bi rêya reklamê nîşan dide.

Twitter piştî di girêbesteke bi bihayê 44 miliyar dolarî sala 2022an ji aliyê “Elon Musk” va hat kirrîn, servîsa aboneyê ya “Twitter Blue” damezirand ku rê dide bikarêneran bi dayîna pere, tîka Piştrastkirina Pênaseyê wergirin ku beriya vêya taybetî hesabên piştrastkirî yên siyasetvan, nûçegihan û kesayetiyên gelemperî bû.

Li gorî raporan, Damezirandina Servîsa “Twitter Blue”ê di Mijdarê da, di destpêk da bû sebeba sextekariya pênaseya selebrîtî û markeyan li Twitter’ê û bû sebeb ku ev kompanî vê servîsê rawestîne û demeke piştra heman servîsê bi Tîkên bi rengê ciyawaz ji bo kes, kompanî û dewletan bide nasandin.

 

 

Serepeyv