Adar 14, 2023 17:55 Asia/Tehran
  • ‘Jair Bolsonaro’ pejirand ku cewahîrên xelatkirî yên Erebistanê radest bike

Parêzerên Serokkomarê Brezîlê yê berê ragihandin ku wî qebûl kiriye cewahîrên xelatkirî ji aliyê Erebistanê va radest bike.

Li gorî rapora IRNA’yê, Parêzerên ‘Jair Bolsonaro’ Serokkomarê Brezîlê yê berê roja Sêşemiyê ragihandin, wî qebûl kiriye ku cewahîrên xelatkirî li wî ji aliyê seûdiyan va radest bike.

“Bento Alburquerque” Wezîrê Maden û Enêrjiyê yê Brezîlê yê berê got: Sindoqeke din a lal û cewahîran ku tê da saeteke zendan û pênûseke lûks a markeya Swîsê hebû jî li balefirgehê ji memûran ra nehat ragihandin.

“Jair Bolsonaro” ev xelat li cem xwe ragirtin, ji ber ku wî ew wek xelatên xusûsî dizanîn û hewce nedikir ku wan ragihîne.

“Flávio Dino” Wezîrê Dadweriyê yê Brezîlê hefteya bihurî ji ‘Jair Bolsonaro’ û “Bento Alburquerque” xwest ku van xelatan radest bikin da ku li ser vêya ku ew ayîdî gel in an kesane ne, biryar were dayîn. Dadwer ji B xwest ku van xelatan bi kar neyîne.

Rojnameya “O Estado de S. Paulo”yê ya Brezîlê roja Înîya hefteya derbasbûyî nivîsî ku taximeke hikûmeta Bolsonaro di Cotmeha 2021ê da hewl da hin cewahîran bi bihayê 3.2 miliyon dolarî yên xelatkirî ji aliyê Erebistanê bo “Michelle Bolsonaro” hevjîna Serokkomarê Brezîlê yê berê bêyî ku li gumrikê ragihînin, qaçax bike.

Li gorî vê rojnameya brezîlî, ev cewahîr ji aliyê memûrên gumrikê va li nav çenteya rayedarekî wezaretê ku ji serdana fermî ya Rojavayê Asyayê vedigeriya, hatin keşfkirin û zeftkirin.

 

Serepeyv