Adar 12, 2023 15:00 Asia/Tehran
  • Qeyrana jêbirina daristana Amazonê gihîştiye asta herî giran

Enstîtûya Neteweyî ya Lêkolînên Fezayî ya Brezîlê ragihand ku asta jêbirina daristanê li beşên Daristana Amazonê yên li kewşena Brezîlê di Sibata 2023an da gihîştiye asta herî bilind.

Li gorî rapora IRIB News’ê ya roja Îniyê, Saziya Çavdêriya Setlaytê ya Enstîtûya Neteweyî ya Lêkolînên Fezayî ya Brezîlê (INPE) 322 kîlomitrên çarkunc jêbirina darostanê û kokbirrkirina daran li beşa Daristana Amazonê ya li kewşena Brezîlê wek  daristana tropîkal a herî mezin li cîhanê tê derxistiye ku ev rêje anegorî Sibata 2022an ku reqemên wê jî wek rekor dihat hesibandin, sedî 62 zêde bûye.

Li herêma Sawanaya Cerrado’yê ku herêmek bi cihêrengiya jînwara bûneweran a herî zêde ye û ketiye başûrê Amazonê, asta jinavbirina giya û riwekan di Sibata 2023an da anegorî vê heyamê di sala par duberanber zêdetir bûye û ji 281  kîlomitrên çarkunc gihîştiye 558 kîlomitrên çarkunc.

Ev amar û reqem di halekî da tên ragihandin ku “Lula da Silva” Serokkomarê Brezîlê yê çepgir parastina jîngehê wek mijareke berê pêşîn di hikûmeta xwe da destnîşan kiriye û soz daye karekî bike ku ev welata di warê mijarên jîngeh û  keşûhewayê da di rêza “Welatên Nefretlêkirî” da nebe.

Serepeyv