Adar 09, 2023 14:57 Asia/Tehran
  • Pisporên ûris Kincên Nexuya ji bo leşkeran çê kirin

Pisporên pêşeya leşkerî li Rûsyayê kincine taybet ji bo leşkeran çê kirine ku vê derfetê dide wan di qada şêrr da xwe ji çavê dijmin û kamerayên tînê veşêrin û nexuya bikin.

Li gorî rapora Sky News’a Erebî, Karistanên berhemanîna alavên cengê yên Rûsyayê kincine taybetî leşkeran bi teknolojiya nûjen berhem tînin ku vê derfetê dide wan xwe bi tamî nexuya bikin; bi awayekî ku kamerayên tînê anku kamerayên termal nekarin leşkeran pê derxin. Rengê van cûre kincan vediguhere rengê hawîrdorê.

Taybetmendiya van kincan bi ti awayî ji ber şandina parazîtan an cenga sayber ku leşker dikarin pê bên teyarkirin, nîne; li dewsa wê, di berhemanîna van kincan da qumaşeke taybet bi rengên taybet hatiye bikaranîn.

Mijara xwenixûmandin û nexuyabûnê stratejiya herî girîng û kevn di cengan da ye û niha ji bo dabînkirina vê mebestê, hin teknolojî tên bikaranîn.

 

Serepeyv