Adar 08, 2023 16:01 Asia/Tehran
  • Bi hatina Hişê Çêkirî dê hin kar û pîşe ji nav biçin

‘Hişê Çêkirî’ anku (Artificial Intelligence) dê li hin kar û şixulan karê mirov pêk bîne.

Hişê Çêkirî di rastiyê da cûreyeke çêkirina pergaleke weke hişê mirov e û mebest ji Hişê Çêkirî maşîn û pergalek e ku ji ber şêwaza dîzayn û darêja wê, wekî mirov difikire û dikare liv û tevgerên mirovan bi cih bîne.

Li gorî rapora IRIB News’ê ya roja Sêşemiyê, Lêkolerên Zanîngeha Princeton’ê ya Amerîkayê ragihandin ku bikaranîna Hişê Çêkirî gelek e li dijî hin kar û pîşeyan.

Li gorî vê raporê, Bi bikaranîna zêdetir a Hişê Çêkirî, pisporine weke derûnnasên dibistanan, şêwirmendên genetîk, jimêryar, kedkarên birêvebirinê yên xwendingehên bilind, analîzor û şirovekarên aborî û darayî, mamosteyên dîrokê, hesabgir, navcî û dadwer dê karê xwe ji dest bidin.

Baweriya lêkoleran ev e ku Hişê Çêkirî di civakên cûr bi cûr da ji bo geşatîya aborî dibe alîkar.

 

Serepeyv