Adar 06, 2023 16:02 Asia/Tehran
  • Şîrê dayîkê ji bo pêşketina mejîyê Nûzayên Pêşwext alîkar e

Mijandina nûzayên pêşwext bi şîrê dayîkê pêvajoya pêşketina mejîyê wan bi pêş dixe û ev yek dikare pirsgirêkên hînbûnê yên têkildarî jidayîkbûna pêşwext kêmtir bike.

Bi giştî nûzayên ku beriya hefteya 37an a ducanîbûnê ji dayîk dibin, wek “Nûzayên Pêşwext” (Premature infants) tên zanîn. Ji ber ku van nûzayan heyama cenînî ya tam a 40 hefteyî derbas nekirine, dibe ku hin endamên bedena wan bi tamî  nekemilîbin û di dema jidayîkbûnê da giraniya wan gelekî kêm be û bi kêşeyên nefeskişandinê rûbirû bibin.

Li gorî rapora Malpera France Tv info’yê, Qata mejî li Nûzayên Pêşwext bi temamî nehatiye kemilandin. Ev qat berpirsa hin kiryaran wek hînbûn û fikirînê ye. Lêkolîna ku ji aliyê lêkolerên Zanîngeha Edinburgh’ê va hatiye kirin nîşan dide ku  mijandina nûzayên pêşwext bi şîrê dayîkê pêvajoya pêşketin û kemilîna mejîyê wan bi pêş dixe û dikare kêşeyên hînbûnê yên têkildarî jidayîkbûna berwext kêmtir bike.

Di vê lêkolînê da mejîyê 212 nûzayan hat skenkirin û pêvajoya pêşketin û mezinbûna nûzayên pêşwext ji dema jidayîkbûnê heta dema ku mezin dibin, hat vekolandin.

Li gorî vekolandinên pêkhatî, qata mejîyê nûzayên pêşwext ku zêdetir bi şîrê dayîkê (ji dayîkê bixwe an ji dayîkeke din) hatine mijandin anegorî yên ku kêmtir bi şîrê dayîkê hatine mijadin, gihîştîtir û kemilîtir e û skenerên mejîyê wan zêdetir dişibiya zarokên ku di dawiya heyama ducanbûnê da û di dema normal da ji dayîk bûne.

 

Serepeyv