Adar 05, 2023 14:04 Asia/Tehran
  • Amûr û dermanên nûjen ji bo çareseriya Şêrpenceya Memikan li nav Îranê tên berhemanîn

Serokê Navenda Lêkolînên Şêrpenceyê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Şehîd Bihiştî ya Îranê ragihand ku amûr û dermanên nûjen ji bo dermankirina Şêrpenceya Memikan (Breast cancer) li nav welêt tên berhemanîn.

Li gorî rapora IRIB News’ê, “Muhemed-Îsmaîl Ekberî” Serokê Navenda Lêkolînên Şêrpenceyê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Şehîd Bihiştî ya Îranê got ku pisporên vê navendê bi hevkariya Zankoya Elektronîkê ya Zanîngeha Tehranê amûr û alavên hewce di pêvajoya dermankirina Şêrpenceya Memikan li nav welêt berhem tînin.

Ekberî her wiha got: Pisporên îranî ji bilî berhemanîna van pêdiviyan li nav welêt, karîne şêwazên cûr bi cûr ji bo neştergeriya Şêrpenceya Memikan jî bi dûhatên pêreyî yên herî kêm biafirînin û zanista têkildarî wê di asta navneteweyî da berhem bînin.

Serokê Navenda Lêkolînên Şêrpenceyê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Şehîd Bihiştî ya Îranê got: Vê navendê her wiha kariye bi hevkariya ‘Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê’ demanine gelekî baş ji bo çareseriya cûreyên şêrpenceyan berhem bîne.

Ekberî her wiha got: Bo cara yekem Plasmaya Sar (Cold Plasma) ku berhemanîna wê li cîhanê gelekî hindik e, li Îranê hat berhemanîn.

Komara Îslamî ya Îranê tevî hebûna boykot û zextên siyasî yên cîhanî, bi palpiştiya bi rola girîng a gel, xasma xortên bijare û çalak di warên zanistî û pizîşkî da, berbend ji ser rêya xwe rakirine û destkeftine baş bi dest xistine.

 

Serepeyv