Adar 02, 2023 17:20 Asia/Tehran
  • Tirsa Amerîkayê ji platforma Tiktok’ê; Parlimana Ewropayê bikaranîna wê qedexe kir

Bi gurrbûna êvajoya tirsandina ji Çînê li Amerîkayê, Komîteya Peywendiyên Derveyî ya Kongreya Amerîkayê hewl dide ji bo sepandina qedexetiya seranserî li ser platforma çînî ya TikTok’ê pêngav rake.

Li gorî rapora IRNA’yê, Komîteya Peywendiyên Derveyî ya Kongreya Amerîkayê pêşniyazqanûnek pejirand ku eger di qonaxa dawiyê da jî were pejirandin, rê dide “Joe Biden” Serokkomarê Amerîkayê ku platforma civakî ya çînî ya bi navê TikTok’ê ku zêde ji sed miliyon amerîkî wê bi kar tînin, qedexe bike.

Komîteya Peywendiyên Derveyî ya Kongreya Amerîkayê roja Çarşemiyê pêşniyazqanûna raberkirî ji aliyê Komarxwazan bi 24 dengên Erê li hemberî 16 dengên Na pejirand.

Armanca vê pêşniyazqanûnê, “Zelalkirin derbarê cihnehatin û qedexetiya têkildarî parvekirina zanyariyên kesane yên hesas li gorî Qanûna Desthilata Aborî ya Awarte ye.”

TikTok bi qabiliyeta qeydkirin, serrastkirin û parvekirina mûzîkvîdyoyên kurt bi awayekî berfireh di asta cîhanê da tê bikaranîn û hezkirin. Li gorî amara Statista’yê, Bikarênerên TikTok’ê bi awayê navgîn 29 saetan di mehê da dema xwe li nav vê bernameyê derbas dikin.

Ji aliyê din va, Komîsyona Ewropayê û Konseya Yekitîya Ewropayê jî hefteya bihurî bikaranîna TikTok’ê qedexe kirin. Li gorî îdiaya rayedarên ewropî, hegera qedexekirina vê platforma civakî ya çînî, zêdebûna nîgeraniyan derbarê ewlehiya wê ye.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Parlimana Ewropayê ji kedkar û qanûndarêjên xwe ra tewsiye kiriye ku TikTok’ê ji ser mobaylên xwe jê bibin.

Qedexetiya bikaranîna TikTok’a çînî dê ji 20ê Adarê va ji bo endamên Parlimana Ewropayê were sepandin.

Vê demê 125 miliyon welatiyên Yekitîya Ewropayê endamê TikTok’ê ne.

 

Serepeyv