Sibat 22, 2023 15:47 Asia/Tehran
  •  Gewherên paşatîyê yên talankirî ji Kambocê lê hatin vegerandin

Koleksiyona gewherên dîrokî yên ku ji Kambocê hatibûn dizîn, careke din li vî welatî hatin vegerandin.

Dema ku welatê Kambocê (Cambodia) li başûrê rojhilatê Asyayê ji aliyê rejîma “Xmêrên Sor” va hat wêrankirin, bi hezaran parçe gewher û entîqe yên vî welatî hatin talankirin û bo Ewropa û Amerîkayê hatin qaçaxkirin.

Li gorî rapora ISNA’yê, Wezareta Çandê ya Kambocê ragihand: Bi dehan parçe gewherên dîrokî yên paşatîyê û tiştên entîqe ku ji Kambocê hatibûn talankirin, li vî welatî hatin vegerandin.

Çend tac, gerdenbend û telesmên têkildarî serdema “Angkor”ê (sedsala 9 heta 14an) beşek ji vê gencîneya dîrokî ye; serdema ku empratorîya “Xmêr” (Khmer) li başûrê rojhilatê Asyayê xwedî desthilat û îqtidar bû.

Wezareta Çandê ya Kambocê ragihand ku vî welatî 77 entîqeyên dîrokî ji malbata “Daglas Laçford” firoşyarê brîtanyayî yê entîqeyan wergirtine. “Laçford” sala 2020î di halekî da mir ku li benda lidarxistina dadgehekê li Amerîkayê ji ber qaçaxkirina entîqeyan bû.

Li gorî ragihandina Wezareta Çandê ya Kambocê, ev entîqe pêkhatî ji “Nîvtacên xemilandî bi gewher, zêr û parçeyên din ên metalên giranbiha ji serdema beriya Angkorîyan û serdema Angkorîyan” e û malbata paşatîya Angkor di sedsala 9an da ew bi kar dianîn.

 

Serepeyv