Sibat 15, 2023 15:43 Asia/Tehran
  •  Zanista Fezayê | Lekeyên seyr û sosret li ser xelekên Seyroka Keywanê

“Keywan” anku “Zohel” (Saturn) piştî Bircîsê duyemîn seyroka herî mezin li “Pergala Rojê” û şeşemîn seyroka nêziktir li Rojê ye.

Teleskopa Fezayî ya Hubble’ê dîmenên seyr û sosret ji leke anku peleyên ku bi awayê demsalî li ser xelekên Seyroka Keywanê pêk tên û dişibin perreyên çerxê, tomar kirine.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Wisa xuya dike ku ev “Perre”yên derbasdêr di dirêjahiya xelekên gerestêrkê da digerrin û zanyar dibêjin ku ev perrik dê vegerin û vegeriyana van perrikan nîşana destpêbûna demsaleke nû li Seyroka Keywanê ye;  demsala ku çaverêtî heye bo cara yekem di 15 salên derbasbûyî da, di Gulana 2025an da dest pê bike.

Lêkolerên NASA’yê hêvîdar in ku serê axir vê sirrê tê bigihêjin. Teleskopa Hubble’ê ev perrik diyar kirin û dê vê yekê bidomîne û çaverêtî heye ku di bereberê guherîna demsalê di sala 2025an da ev perrik mezintir bibin. Dibe ku ev perrik ji ber  meydana magnetîkê ya Seyroka Keywanê ku bi ba û bagerên Rojê ra têkildar e, çêbûbin.

Perrik bi awayekî normal ji jor va tarî xuya dikin, di rewşekê da ku ji jêr va ronî ne û hertim jî nayên dîtin. Her wiha perrik tenê di bihar û payîza Seyroka Keywanê di dirêjahiya heyameke heştsalî da li dor hêla îtidalê xuya dibin û di heyama  havîn û zivistanê jî winda dibin.

Ji ber ku Keywan gelekî dûrtirî Rojê ye, salên wê jî gelekî dirêjtir in. 29 salên li ser Erdê dem dibe heta ku Keywan li dora Rojê bigerre û her demsaleke wê jî derdora 7 salan e. Encama bi dehan sal şopandinê nîşan dide ku perre bi giştî derdora  çar sal beriya dema Îtildalê (Equinox) xuya dibin.

 

Serepeyv