Sibat 05, 2023 13:54 Asia/Tehran
  • Herêma “Çîyayê Waşîngtonê”; Cihê herî sar li cîhanê

Herêma “Çîyayê Waşîngtonê” li Amerîkayê wek cihê herî sar li cîhanê tê naskirin.

“Everest” çîyayê herî bilind li cîhanê ye û hewa li wir gelelkî sar e, lê çîyayê herî sar li cîhanê gellekî nizimtir ji Everest’ê ye, çîyayê ku bilindahîya wê nagihêje 2 hezar metran.

Herêma “Çîyayê Waşîngtonê” li eyaleta “New Hampshire”ê ya Amerîkayê ji hêla bayê sar û qersê va wek yek ji deverên herî xirab ên cîhanê hatiye naskirin.

“Çîyayê Waşîngtonê” di rêza “Çîyayên Sipî” yên bakurê Hampshire’ê da ye ku bi bilindahîya hezar û neh sed û hevdeh metran, çîyayê herî bilind ê bakur-rojhilatê Amerîkayê ye.Duh danê êvarê li vî çîyayî bayekî sar rabû, sirra wî bayî 75 derece bin sifir bû.

 

Serepeyv