Çile 29, 2023 17:15 Asia/Tehran
  • Lêkolîn | Bi sarbûna hewa ra, metirsiya “Krîza Dil” zêdetir dibe

Kovara Marie Claire'ê di raporekê da nivîsî: “Lêkolînan selimandiye ku bi daketina pileya germahiya hewa, metirsiya Krîza Dil zêdetir dibe.”

Li gorî rapora IRIB News'ê, Kovara Marie Claire'ê ya Fransayê nivîsî: “Li gorî lêkolînên ku encamên wan li kovara pizîşkî ya Medical News Today'ê hatin weşandin, her pileyeke Santîgrad (C°) daketina pileya germahiya hewa li Brîtanyayê di rojekê da dibe sebeb derdora 200 rûdanên Krîza Dil biqewimin.”

Lêkolîneke din a bi vî rengî ku li Swêdê pêk hatiye piştrast dike, dema ku hewa bi awayekî hestkirî sartir dibe, rêjeya qewimîna Krîza Dil anegorî ku hewa germtir e, zêdetir dibe; ji ker ku hewayê sar, zêdebûna fişara xwînê û zêdebûna hewcetiya bedenê bi Oksîjenê îhtimala qewimîna Krîza Dil zêde dike.

Dema ku gerrîna xwînê li nav dil raweste, Krîza Dil diqewime.

Li gorî ragihandina Medical News Today'ê, dema ku hewa sartir dibe, demarên xwînê reqtir û tengtir dibin; meseleya ku dibe sebeba zêdebûna fişara xwînê û gerriyana wê li nav demaran dijwartir dibe, ji ber vê yekê ye ku dil tundtir lêdide da ku pêşî li sarbûna bedenê bigire.

 

Serepeyv