Çile 26, 2023 15:21 Asia/Tehran
  • Guherîna Keşûhewayê; Çiyayekî qeşayê ji Cemsera Başûr a Erdê veqetiya

Çiyayekî qeşayê bi mezinahiya bajarê Londonê ji Cemsera Başûr veqetiya.

Enstîtûya Mihendisiya Avedanî û Jîngehê li Ewropayê vê dawiyê ragihand ku heta dawiya sedsala 21ê cîhan dê sedî 41 ji tevahiya komgehên xwe yên qeşayê anku qerselanên xwe winda bike.

Li gorî rapora France Press'ê, Rûbera vê parçeya qeşayê ku ji Cemsera Başûr veqetiyaye derdora hezar û 550 kîlomitrên çarkunc e.

Li gorî vê raporê, rawetgeheke lêkolînî li nêzikî vê parçeya qeşayê ye û kesên tê da dixebitin jê derketine.

Pêştir tîma lêkolînî ya bi sergêriya Ian Stevens ji Zanîngeha Aarhus'ê ya Danîmarkê ji qeşaya veheliyayî li ser 10 qerselanên seranserî nîvkoreya bakur ji wan li Çiyayên Alpê yên Ewropayê, Grînlend, Svalbard'a Norwêjê û navçeyên herî dûr li bakurê Kanadayê nimûne girtin.

Wan bi awayekî navgînî bi dehan hezar mîkrob di her mîlîlîtra ava ji ber veheliyana qeşaya qerselalan tomar kirine û berawirda wan ev e ku zêde ji sed hezar ton bakterî di 80 salên bê da û bi veheliyana qerselanan bên azadkirin.

Arwyn Edwards mîkrobiyolojîst û lêkolerekî Zanîngeha Aberystwyth'ê li Brîtanyayê jî got: Qerselan an jî seholan hin komgehên qeşayê ne ku bi hêdîka ber bi deryayê va diçin û di dema hereketa xwe da hin gelîyên çiyayî çê dikin.

Serepeyv