Çile 20, 2023 15:58 Asia/Tehran
  • Pileya germayê li Grînlendê bi awayekî bêmînak bilind bûye

Navgîna pileya germayê li Grînlendê gihîştiye asta herî bilind di hezar salên derbasbûyî da.

Li gorî pêşbîniya navendeke lêkolînî di warê Mihendisiya Avedanî û Jîngehê da, heta dawiya sedsala 21ê cîhan dê sedî 41 ji tevahiya komgehên qeşayê an jî qerselanên xwe ji dest bide.

Li gorî rapora Kanala NHK'yê, lêkolerên warê keşûhewayê tevî lêdana zengila hişyariyê derbarê zêdebûna pileya germahiyê li cemserên Erdê, lêkolînek li Kovara Nature'ê weşandine ku bandorên vê rewşê li Grînlendê ya li nav Oqyanûsa Qeşagirtî ya Bakur (Arctic Ocean) bi cih bûye, nîşan dide.

Zanyarên tîmeke lêkolînî gherînên pileya germayê ji sala 2001ê heta 2011an vekolandin. Wan en encam bi dest xist ku pileya germayê 1.50 derece zêdetir ji sedsala 20î bûye.

Lêkoleran tevî hişyarîdana derbarê leza vehelîna qerselanên Grînlendê û rabûna asta ava deryayan, kiryarên însanî wek hokara sereke di vê rewşê da destnîşan kirine.

 

Serepeyv