Çile 18, 2023 19:36 Asia/Tehran
  • Berfemerivê herî mezin ê cîhanê balê dikişîne

Li tûşka otobaneke herêma Wîl Tawn ser bi eyaleta Wîskansîyen a Amerîkayê berfemerivekî zil bi kumê reş ku Pîpa wî di devî da ye, balê dikişîne.

Berfemerivekî 18 mêtrî bi navê Cêfrî li raserî şarê Wîl Tawn ser bi eyaleta Wîskansîyen a Amerîkayê hatîye çêkirin.

Kirêg Karlson ku ev berfemerivê zil çêkirîye, di vî warî da got: “Di dawîya her hefteyê da 150 maşînên tijî tên seredana vî berfemerivî.”

Wî herwiha got: “Ji bo çêkirina vî berfemerivî ku bûye babeteke balkêş ji bo geştyarîyê, 50 ton befir û 2 dara pêwîst bûn.”

 

Serepeyv