Çile 17, 2023 14:00 Asia/Tehran
  • Serwet û samana herî zêde tenê di destê sedî 1ê gelheya cîhanê da ye

Oxfam'ê di bereberê Civîna Cîhanî ya Aborê li Davosa Swîsê ragihand ku serwet û samana herî zêde li cîhanê tenê di destê sedî 1ê gelheya cîhanê da ye.

Li gorî rapora Kanala CNN'ê, Saziya Xêrxwaziyê ya Oxfam'ê di bereberê Civîna Cîhanî ya Aborî li Davosa Swîsê, ragihand: Serweta sedî 1ê gelheya cîhanê bayê 26 trîliyon dolarî zêde bûye. Ev di rewşekê da ye ku serweta sedî 99ê gelheya cîhanê bi giştî tenê 16 trîliyon dolar zêde bûye.

Saziya Oxfam'ê bawer e ku zêdebûna hejmara dewlemendan li cîhanê nîşana neberanberî û siyasetên aborî yên bêbandor ji bo pêkanîna beranberiyê li cîhanê ye. Vê saziyê hin rêkar jî raber kirine ku yek ji wan zêdekirina bac û xeraca li ser dewlemendan e.

Zêde ji 170 serokkomar û wezîrên niha û yên berê, 19 serokên Banka Navendî, rêberên NY û saziyên ser bi wê, Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv, Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanî, serokên ajansên navneteweyî û bi sedan rêveberên giştî vê hefteyê beşdarî konferansa herî girîng li cîhanê yanî civîna Davosê ji bo gotûbêja li ser pirsgirêkên herî girîng ji wan çawaniya rêgirtin li xeterên paşdemayîna cîhanî di sala 2023an da dibin.

 

Serepeyv