Çile 16, 2023 20:34 Asia/Tehran
  • Goreke Fir'ewnên Misrê bi kevnatiya zêde ji sê hezar salî hat keşfkirin

Goreke Fir'ewnan bi kevnatiya 3500 salî li Misrê hat keşfkirin.

Di halekî da ku welatê Misrê bi 104 miliyon nifûsê tûşî qeyrana aborî bûye, vedîtin û keşfkirinên kevnare hêmaneke bingehîn di hewldanên dewleta Misrê ji bo vejiyandina pîşeya geştyariyê wek şademareke bingehîn a aborî ji bo vî welatî tê hesibandin.

Li gorî amarên fermî, Pîşeya geştyariyê ya Misrê sedî 10 ji berhemanîna navxweyî ya ne-safî û derdora du miliyon şixulî ji xwe ra terxan kiriye, lê nearamiyên siyasî û pandemiya Koronayê bandor li vê pîşeyê kirine.

Li gorî rapora IRNA'yê, Mustefa Wezîrî Serokê Konseya Bilind a Şûnwarên Kevnar a Misrê roja Şemiyê ragihand ku goreke kevnare bi kevnatiya derdora 3500 salî li navçeya Eqserê li başûrê Misrê hatiye keşfkirin.

Li gorî gotina Serokê Konseya Bilind a Şûnwarên Kevnar a Misrê, vedîtinên seretayî li nav vê mezargehê nîşan didin ku kevnatiya wê vedigere desthilata hejdehem a Fir'ewnên Axnaton (Akhenaten) û Tûtenx-Amûn (Tutankhamun).

Muhsin Kamil kevnarenasê misrî jî bi gotina vêya ku atmosfera hundirîn a mezargeha keşfkirî "D rewşeke xerab da" ye, got: Hin beşên wê ji wan ketîbe ji ber lehî û laserên ku odeyên cihê definkirinê tijî xîz û kepirk dikirin, ji nav çûne.

 

Serepeyv