Çile 12, 2023 15:10 Asia/Tehran
  • Ensefalîta Newala Murray'ê (MVE); Vîrûsa mirinbar ku li Australyayê belav bûye

Bi hatina demsala germayê li nîvkoreya başûr a Erdê û hevdem digel rabûna lehî û laserê li hin deverên Australyayê, berpirsên tenduristiyê li vî welatî dibêjin ku vîrûseke mirinbar bi navê Ensefalîta Newala Murray'ê (Murray Valley Encephalitis (MVE)) li peravên Çemê Darlîngê belav bûye.

Li gorî rapora IRNA'yê, Berpirsên Tenduristiyê yên Australyayê hişyarî dane ku babetên tûşbûna bi vê vîrûsê ku ti vaksînek jê ra nehatiye çêkirin û gelekî metirsîdar e, ji destpêka demsala germayê da 5 qat bûne.

Kesên tûşbûyî vîrûsa Ensefalîta Newala Murray'ê dibe ku xwe canê xwe ji dest bidin, an jî heta dawiya temenê xwe tûşî nakokiyên pergala esebî û nexweşiya Xweêminkirinê (Autoimmune disease) bibin.

Cûreyên din ên vê vîrûsa mirinbar ji wan Vîrûsa Taya Mejî ya Japonî, Taya Çemê Rossê û Vîrûsa Daristana Barmayê hene.

Vîrûsa Ensefalîta Newala Murray'ê bi rêya Pêşûya Malaryayê tê veguhestin.

 

Serepeyv