Çile 09, 2023 13:29 Asia/Tehran
  • Sedî 41 ji komgehên cemedê li ser Erdê dê heta dawiya sedsala 21ê vehelin

Li gorî pêşbîniya enistîtûyeke lêkolînî, derdora sedî 41 ji tevahiya komgehên cemedê an jî "Seholan" ji ber germbûna gerestêrka Erdê dê vehelin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Enistîûya 'Mihendisiya Avedankirin û Jîngehê' di hewldaneke navneteweyî derbarê vehelîna Seholanên xwezayî di heyama sedsala heyî (21) da ji ber senaryoyên cûr bi cûr ên belavbûna gazên qirêjker, hin pêşbînî raber kirin.

Ev pêşbînî di senaryoyên guherîna pileya germahiyê di asta cîhanê da ji bo piştevaniya ji mijarên têkildarî sazbûn û kêmkirinê - weke tiştê ku di konferansa vê dawiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (COP 27) hat lidarxistin - hatin berhevkirin.

Vî karê lêkolînî nîşan da, girêdayî bi hewildanên îro ji bo kêmkirina guherînên keşûhewayê, di sedsala 21ê da dibe ku heta sedî 41 ji tevahiya Seholanên Erdê - an (herî kêm) derdora 26ê wan - vehelin.

Li gorî lêkolînên pêkhatî, bi dewama sermayeguzariya di warê ardûyên fosîlî da, zêde ji sedî 40 ji komgehên cemedê û sedî 80 ji Seholanan - dê di vê sedsalê da ji nav biçin.

 

Serepeyv