Çile 04, 2023 13:16 Asia/Tehran
  •  Hişkesalî li Ewropayê; Êdî mîna berê berf li Çiyayên Alpê nabare

Dûhatên guherîna keşûhewayê li Ewropayê hema wisa nîgeraniyê pêk tînin; vê carê dîmenên Çiyayên Alpê yên bêyî berfê di destpêka demsala zivistanê da balê dikişînin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya malpera rojnameya amerîkî ya Los Angeles Times'ê,  Rêzeçiyayên Alpê pîstên kaşûnê (skî) ku di demsala zivistanê da bala hezkiriyên vê werzîşa bicoş li Ewropa û cîhanê dikişînin, niha bêyî berfê ne û tenê kevir, ax û çîmenên şînbûyî tê da xuya dibin.

Ev rewş ku ji ber germbûna hewa li bintarên rêzeçiyayên Alpê ye, li pîstên bêberf ên li navçeyên Innsbruck'a Otrîşê, Villars-sur-Ollon û Crans-Montana'ya Swîsê û Lenggries'a Almanyayê xuya dibe; di halekî da ku ev navçe bi giştî di vê demsalê da diviyabû bi berfê bihatana nixûmandin, lê îsal rewş ciyawaz e.

Li gorî vê raporê, Beşa navendî ya Rêzeçiyayên Alpê ku li nav du welatên Fransa û Polonyayê cih girtiye jî ji ber zêdebûna pileya germayê di vê demsala salê da, ketiye rewşeke wiha. Li sînorê Fransayê pileya germayê nêzikî 18 C° hat ragihandin. Li gorî ragihandina Rêveberiya Hewanasiyê ya Swîsê, pileya germayê li hin deverên Ewropayê xasma li Rêzeçiyayên Alpê di vê demsalê da bêmînak e û pileya herî bilind a germayê li wan deveran hatiye tomarkirin.

Rêxistina Cîhanî ya Hewanasiyê jî di vî warî da ragihand: Di heyama 8 salên derbasbûyî da hewayê van deveran bi awayekî berdewam germtir bûye û rekoreke bêmînak heta sala 2022an hatiye tomarkirin.

 

Serepeyv