Kanûn 31, 2022 15:22 Asia/Tehran
  •  Jineke îranî ya bijarde amûrek ji bo vekirina demarên dil çê kir

Jineke îranî ya bijarde amûra leyzera fîber (Fiber laser) ji bo vekirina demarên dil çê kir.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Atûsa-sadat Erebaniyan, jina îranî ya bijarde li Zanîngeha Şehîd Bihiştî ya Tehranê bi bikaranîna teknolojiya Leyzer û Plasmayê amûrek ji bo vekirina demarên - dil dema ku ew asteng dibin- çê kir.

Vê jina bijarde heta niha çend pirtûk û nivîsar ji bo bilindkirina pileya zanistî ya kompaniyeke zanistbingeh nivîsîne.

Atûsa-sadat Erebaniyan, mamosteya Zanîngeha Ş. Bihiştî ya Tehranê got: Stent'ên berê pêştir ji derveyî welêt dihatin kirrîn û li cîhanê jî bi van cûreyên leyzeran ev stentên berê berhem tên.

Li gorî gotina wê, Niha derdora pênc kompanî li cîhanê hene ku vê leyzerê çê dikin. Ev leyzer ji bo wênekişandina biyolojîkî û pizişkî tê bikaranîn.

 

Serepeyv