Kanûn 29, 2022 13:36 Asia/Tehran
  • Robot alîkarîyê didin tomarkirina wêneyên laşê nexweşên RA’yê

Li Danmarkê Robot alîkarîyê didin tomarkirina wêneyên laşê nexweşên tûşbûyî bi ‘Baya Movikan’ (Rheumatoid Arthritis) û ev yeka bûye sedema baldarî, derbaskirina kêm a demê û tomarkirina wêneyên laşê hejmareke zêde ya nexweşan.

Ev robot ne pispor in lê karên ku dispêrin wan li gorî planê baş pêk tînin; karên weke pêderxistin û alîkarîya di warê dermankirina nexweşan da. Agahî û alavên pêwîst radestî robotan tên kirin ta ku ew bikaribin karê xwe baş bikin lê pispor li rex wan in ta ku karê xwe bi awayekî bibandortir bikin.

Pizişk dibêjin ku pêderxistina zûdem a vê nexweşîyê ji bo girtina pêşîya jikarketina movikan girîng e.

Dema nexweşî were dîyarkirin, nexweş dikare bi dermanên kêmtir anegorî nexweşên din were dermankirin. Sîstema berevanîya laşê kesê nexweş jî kêmtir zîyanê dibîne û dermanên kêmtir û erzantir hewce dibin û bi giştî zîyaneke kêm digihêje movikên mêriv.

 

 

Serepeyv