Kanûn 23, 2022 17:04 Asia/Tehran
  •  Bûnewerên herî seyr û sosret li başûrê rojhilatê Asyayê

Cûreyên giya û canliberan ên herî seyr û sosret li xwezaya resen a li başûrê rojhilatê Asyayê dijîn.

Li gorî rapora IRIB News'ê ji Kuala Lumpurê, Gula bejî ya herî mezin li cîhanê bi navê Raf Leziya bi pelgên bi dirêjahiya 1 m, Sîsirka devîkî ya herî mezin li cîhanê bi dirêjahiya 25 cm û Şeverûta herî biçûk li cîhanê bi dirêjahya 3 cm, bûnewerên  herî seyr li devera başûrê rojhilatê Asyayê ne ku hatine tomarkirin.

Sindoqa Cîhanî ya Xwezayê jî qala keşfkirina zêde ji 220 cûreyên canliber û giyanên nû li devera başûrê rojhilatê Asyayê û tomarkirina van babetan di Lîsteya Bûnewerên Taybet da kir.

Ev rapor her wiha dibêje, Bi giştî 155 cûreyên giyayan, 16 cûreyên masiyan, 17 cûreyên dujî, 35 canlinerên xişok, cûreyeke guhandaran, cûreyeke meymûnan, cûreyeke beqên serîgir û cûreyeke marîjek anku semenderan li devera Mekongê ya başûrê rojhilatê Asyayê hatine keşfkirin û tomarkirin.

Sindoqa Cîhanî ya Xwezayê her wiha daxwaza parastina van bûnewer û jîngehên nû li hemberî zirar û ziyayên îhtimalî kir.

 

Serepeyv