Kanûn 22, 2022 15:06 Asia/Tehran
  •  Bermahîkên guhandareke ji 120 miliyon sal beriya niha hatin vedîtin

Kevnarenas dibêjin ku wan pêyê guhandareke bi mezinahiya mişkekê li nav qefsinga fosîlbûyîya mîkroraptorekî dirinde tê derxistiye.

Zanyar bawer in ku wan yekemîn guhandara daqurtandî ji aliyê daynasorekî va keşf kiriye. Bi vekolandina vê fosîna 120 miliyon salî ku ayîdî daynasorekî biperik a biçûk e, pêyê haywanekê li nav qefsinga vî bûnewerî hat peydakirin.

Kevnarenas dibêjin ku encama analîzên wan ku li Kovara 'Kevnarenasiya Moredaran' hatine weşandin, "Yekemîn şehedî ye ku nîşan dide daynasorekî guhandarek xwariye."

Li gorî rapora IRIB News'ê, Dr. David Han ji Zanîngeha Queen Mary'yê ya Londonê ku yekem nivîskarê vê lêkolînê ye, gotiye: "Vedîtina nimûneyên xwarinê li nav leşê daynasoran diyardeyeke kêmdîtî ye; vêca her nimûneyek ku were keşfkirin bi rastî girîng e, ji ber ku belgeyeke rasterast e ku nîşan dide daynasoran çi dixwariye."

Mîkroraptor (Microraptor) li daristanên kevnar li devera ku roja îro welatê Çînê l ye, ji 113 heta 125 sal beriya niha dijiyan.

Karzan bawer in tevî ku ew li ser du pêyan dimeşiyan, hin cûreyên wan dibe ku dikarîbûn bifirrin. Ew bi qasî qijik an pisîkeke biçûk bûn û ji darekê bazdidan ser dareke din da ku heywanên biçûk nêçîr bikin.

Analîz û lêkolîn nîşan didin ku tehmika nav zikê vî daynasorî bi mezinahiya mişkekê bûye ku li ser erdê djiyaye û hêza wê ya hilkişiyana ser bilindahiyan tunebûye.

 

Serepeyv