Kanûn 18, 2022 15:47 Asia/Tehran
  •  Dê Înternet bigihêje gundên Kohgîlûye û Boyêr-Ehmedê yên bi zêde ji 20 malî

Rêveberê gişt ê Têkilî û IT'yê yê parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr-Ehmedê got: Heta destpêka sala bê ya rojî dê Înternet bigihêje hemî gundên vê parêzgehê ku hejmara malê wan zêde ji 20 hebî ne.

Mehmûd Radmeniş Rêveberê gişt ê Têkilî û IT'yê yê parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr-Ehmedê di gotûbêja bi ISNA'yê ra got: Di yek sala dawî da bi cihanîna 22 projeyên têkilîgirtinê bi hitbara 99 miliyar tomanî, 111 gundên vê parêzgehê li Şebekeya Neteweyî ya Zanyariyan hatine girêdan.

Wî got: 36 projeyên din bi hitbara 159 miliyar tomanî bi cih tê û di encamê da dê 83 gund li Şebekeya Neteweyî bên girêdan.

Rêveberê gişt ê Têkilî û IT'yê yê parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr-Ehmedê got: Em hewl didin ku heta dawiya vê salê an jî destpêka sala bê (1402), hemî gundên bi zêde ji 20 malî li Şebekeya Neteweyî ya Zanyariyan bên girêdan.

 

 

Serepeyv