Kanûn 15, 2022 14:27 Asia/Tehran
  •  Germaya payîza îsal di 143 salên dawî da nehatiye tomarkirin

Lêkolînên zanistî nîşan didin ku payîza îsal bi awayekî kêmdîtî rekora pileya germayê di 143 salên dawî da tomar kir û îsal saleke herî germ di dîroka cîhanê da bû.

Li gorî rapora ABC News'a Amerîkayê, bi dewama guherînên keşûhewa û bandorên wê yên nebaş li ser jîwara mirovî û bûnewerên li ser topa Erdê, payîza îsal wek payîzeke herî germ di dîroka topa Erdê da ji bo mirov hat tomarkirin.

Rêxistina Şopandina Atmosfer û Oqyanûsan li Amerîkayê bi raporekê ragihand, di meha Mijdara îsal da hewa gelekî germ bû, bi awayekî ku pileya herî bilind a germahiyê di 143 salên dawî da hat tomarkirin.

Li gorî rapora vê saziyê, pileya germayê ya ser topa Erdê gelekî bilind bûye û di rêza şeşem ji hêla pileyên germayê yên herî bilind di heyamên cûr bi cûr da cih girtiye û ti nîşaneyek li ser hêdîbûna vê pêvajoyê nayê dîtin.

Navgîna pileya germayê li hişkahî û oqyanûsan di meha derbasbûyî da 1,51 °F (Fahrenheit) zêdetir ji navgîna vê pileyê di sedsala 20î da bû ku reqema 57,1 °F jê ra hatibû tomarkirin.

Li gorî rapora vê rêxistinê, bi îhtimala sedî 99, sala 2022an dê bikeve lîsteya 10 salên herî germ di dîroka Erdê da.

 

Serepeyv