Kanûn 04, 2022 16:43 Asia/Tehran
  •  Fezagerr li Rawestgeha Fezayê ya Navneteweyî meşiyan

Fezagerrên bicihbûyî li Rawestgeha Fezayê ya Navneteweyî ji bo sazkirina pelikên tavê çûn derveyî wê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Bi vê operasiyona serkeftî ku qonaxa yekem ji şeş qonaxên sazkirina pelikên wergirên ronhiya Rojê ye, elektrîka Rawestgeha Fezayê ya Navneteweyî baştir bû.

Di vê operasiyona li derveyî rawestgehê, du fezagerrên NASA'yê bi qasî heft saetan beşdar bû.

Du fezagerrên japonî jî ji hundir va alîkariya fezagerrên NASA'yê di vê operasiyonê da kir.

Rûbera pelikên wergira ronahiyê dema ku bi tamî vekirî bin, 19*6 metre ye. Ev pelik li ser pelikên berê tên sazkirin û bi berhemanîna 120 Kîlo-Watt di rojê da, dê kapasîteya elektrîka rawestgehê ji sedî 20 heta sedî 30 zêde bikin.

Ev pelikên wergirê ronahiya rojê hefteyek beriya niha bi keştiya fezayê ya barhilgir a bi navê "SpaceX Dragon" bo Rawestgeha Fezayê ya Navneteweyî hatin veguhestin.

 

Serepeyv