Mijdar 26, 2022 15:49 Asia/Tehran
  • Şehedî nîşan didin; Pêştir jiyan li gerestêrka Mirîxê hebûye

Lêgerîn û dîmenên Mirîxgerra NASA'yê qala hebûna nîşaneyên jiyanê li gerestêrka Mirîxê (Mars) di raboriyên gelekî dûr da dikin.

Caroline Smith seroka Koma Lêkolînê ya Mûzexaneya Dîroka Xwezayî ya Londonê got, Li Mirîxê ne tenê bi miliyonan salî beriya niha av hebûye, belkî pêkhateyên organîk ên peydabûyî li wir nîşan dide ku serdemekê jiyan tê da hebûye.

Caroline Smith'ê got: Dane û zanyariyên ku ji Mirîxê li ber destê min hene nîşan didin ku kevirên volkanîk li Mirîxê hatine dîtin.

Wê got: Kevirên volkan ji ber pêvajoyên volkanîk pêk hatine ku ew jî di encama bertekên avê da bûye; ji ber ku av di şeklê xwe yê asayî da (ne cemed an jî hilm) hêmaneke destpêka jiyanê ye. Loma eger îhtimala jiyanê li Mirîxê hebe, teqez li cihekî wê di heyamekê da av hebûye.

Niha bi teknolojiya Mirîxgerra Perseverance'ê hebûna made û molekûlên organîk, molekûlên kîmyewî, Kerbon, Oksîjên, Hîdrojên, Nîtrojên û dibe ku hinekî Solfûr û Fosfor jî hatiye diyarkirin ku îhtimal heye li van pêkhateyan û li avê hatibin zêdekirin û ev gelekî girîng e, ji ber ku ji bo jiyanê hewcetî bi molekûlên organîk heye.

Smithê got: Hin şehedî ji hebûna fosîlan li Mirîxê hene ku dîsan jî nîşana hebûna jiyanê li vê gerestêrkê di raboriyên dûr da ye.

 

Serepeyv