Mijdar 15, 2022 11:26 Asia/Tehran
  • Nifûsa dinyayê îro dê bibe 8 miliyar kes

Nifûsa cîhanê îro dê bibe 8 miliyar kes ku di projeyên NY da xaleke werçerxanê ya dîrokî ji bo mirovantîyê ye.

Rojnameya USA Tûdêy ya Amerîkayê nivîsî: NY dibêje ku nifûsa cîhanê dê îro biber 8 miliyar kes ku xaleke werçerxanê ya dîrokî ji bo mirovantîyê ye.NY di rapora xwe da ji ber zêdebûna nifûsa cîhanê hevgavê kêmbûna mirinan û jordaçûna asta hêvîdarîyê kêfxweşbûna xwe nîşan da. Li gorî rapora NY, hêvîdarbûna derheq jîyanê li asta cîhanê heta sala 2019ê, rabûye 72 sal û 8 mehan. Eva bi vê wateyê ye ku asta hêvîdarîya derheq jîyanê ji sala 1990î va 9 salan zêde bûye. Pêşbînî nîşan didin ku hêvîya derheq jîyanê heta sala 2050yî dê bibe 77 sal û 2 meh.

Antonîyo Gotereş Sersekreterê NY di daxûyanîyekê da got: Eva derfetek e ji bo birêxistina şayîyê ya ji ber pirrcûrîya mirovan, naskirina mirovantîya hevpar û ecêbatîya pêşketinên di ware tenduristîyê da ku bûne sedema jordaçûna temen û kêmbûna berbiçav a mirina dê û zarokan.

Rayedarên welatên endamê NY jî ragihandin: Welatên bi derhata kêmtir ji asta navîn û yên kêmderhat pişka herî zêde di zêdebûna nifûsa cîhanê da hebûne. Asya û Afrîqayê rol û pişka herî zêde di vê jordaçûna nifûsê da hebûne di halekî da ku nifûsa Ewrûpayê yê bi zûtirkê kêm bibe. Hindê jî pişka xwe di zêdebûna nifûsa Asyayê da hebûye û yê sala bê ji Çîn wek welatê herî pirrnifûs ê cîhanê derbas bibe.

 

Serepeyv