Mijdar 10, 2022 06:36 Asia/Tehran
  • Agahiyên herî nû ji Facebook û Twitter'ê

Van deman herî zêde twitter tê nîqaşkirin. Niha Facebook jî bi meselya karkeran li rojevê ye.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Piştî ku Elon Muskî tora civakî ya Twitter'ê kirî nîqaşan û rêya guherandina hin tiştan dest pê kir. Niha jî hat ragihandin ku dê hesabên mezin “erêkirina fermî” bigirin. Li gor vê yekê saziyên dewletan, saziyên navneteweyî, kompanî, saziyên mezin ên çapemenî û hin kesên hatine nasîn dê “erêkirina fermî” bigirin. Ji bo ev sazî û kes ji bikarhênerên din cuda bibe ew dê “erêkirina fermî bi rengê gewr” bigirin.

Serokê Xizmeta Şîn a Twitterê Esther Crawford ji ser hesabê xwe re ev agahî belav kir.

Kurtedemek berê xwediyê twitterê Muskî ragihandibû ku yên ku xwedî “Tîka şîn” in dê 8 dolar heqê endamtiyê bidin û ev yek bûbû sedema nîqaşê. Wî ev gav ji bo piştî hilbijartina eyaletan a DYA’yê (hilbijartina ku 9’ê mehê çêbû) hiştibû. Musk ku xwedîyê Tesla û SpaceX'ê ye û niha jî xwedîyê Twitterê ye di hilbijartinê de bang li hilbijêran kiribû ku deng bidin Komarparêzan.

Li aliyê Facebookê agahiyên nexweş tên. Kompaniya bi navê Meta ku xwedî Facebook, Instagram û WhatAppê ye ragihand ku dê 11 hezar karkeran ji kar derxe ku ev rêje tê wateya sedî 13’yê hemû karkerên kompaniyê dê betal bimînin.

Meta 18 sal in heye. Ev yek çêbe heta niha dê bibe gava herî mezin a ji kar avêtinan a vê kompaniyê.

Di dema pandemîyê de ji ber her kes li mal bû Metayê gelek pere kar kirin, lê piştî ku pandemî kêm bû û karker vegeriyan ser karên xwe di dahatûya Metayê de jî daketin çêbû.

Di meha rezbera îsal de 87 hezar û 314 karkerên Metayê hebûn.

Hefteya çûyî Twitterê jî bi hezaran karkerên xwe ji kar derxistin.

Serepeyv