Mûzexaneya dîrokê ya Xucendê li Tacîkistanê
Mijdar 04, 2022 14:09 Asia/Tehran
Mûzexaneya dîrokê ya Xucendê ji cihwarên xweşik û kevnar li bajarê Xucenda Tacîkistanê ye û cûreyên belgename û tiştên dîrokî li vê mûzexaneyê tên xwedankirin.
Xucend duyemîn bajarê mezin ê Tacîkistanê ye û bi qasî hefteyekê bernameyên çandî yên Îranê lê hatin lidarxistin.
Xucend ji bajarên dîrokî û kevnar ên Tacîkistanê bi kevnatiya du hezar û 500 salî ye.
Dîroka Xucendê ya dewlemend bi başî li mûzexxaneya berhemên dîrokî û kevnar a vî bajarî hatiye nîşandayîn.
Li Xucendê çend navendên zanistî yên bilind hene û li zanîngehên vî bajarî ziman, wêje û dîroka tacîkan bi zimanê farisî û devoka tacîkî tê fêrkirin.