Cotmeh 31, 2022 15:17 Asia/Tehran
  •  Bedewiya Yaqûta Sor li nav pelên zer

Hilberîna hinarê li deverên cûr bi cûr ên Îranê di van dem û rojên payîzê da bedewiyeke bêhempa heye û van rojan Yaqûta Sor li nav pelên zer xwe dinimîne.


Gundê Îmamzade Seyid Elî Ekber (S) li şaristana Şehrezayê ya parêzgeha Îsfehana Îranê ji bilî geştyariya mezhebî, ji ber hebûna mêweya hinarê ya herî baş ji hêla tam û reng va wek cemsera berhemanîna hinarê li Îsfehan û Îranê binavûdeng e.

Ji bedewiyên demsala payîzê li şaristana Şehrezayê, liv û tevgerên serdema hilberîna hinarê û dîtina Yaqûta Sor li nav pelên zer, nijyara dîrokî û forma mîmariya baxên hinarê ye ku dîmeneke xweşik ji jiyanê radixe ber çavê her geştyarekî.

Gundê Îmamzade Seyid Elî Ekber (S) 50 hektar baxên hinarê heye ku her sal 30 ton hinar jê tê hilberandin û ji cemserên herî girîng ên berhemanîna hinarê li Îranê ye.

Li vî gundî her sal festîvala hinarê jî tê lidarxistin.

Serepeyv