Berhemeke ciyawaz; "Sêvên Dirêj" li Qaxizmana Qersê
Sêvên dirêj ên ku li Tirkiyeyê tenê li Qaxizmana navçeya Qersê çêdibin û ji ber şiklê xwe wek "sêva dirêj" tên binavkirin, êdî tên berhevkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Sêvên dirêj li navçeya Qaxizmanê li ser eraziyên ku bilindahiya wan hezar û 300 mêtro ne çêdibin. Ji ber ku hêdî hêdî digihêjin û cureyeke endemîk e tehma wan pir xweş e.
Dema daweşandina sêvan hat ku niha ji bo berhevkirina wan xebat tên kirin.
Sêv bi baldarî ji baxçeyan tên berhevkirin û li ser dezgehan tên firotin.
Ji ber ku biharê berf barî îsal sêv zêde ne û cotkar ji ber vê rewşê kêfxweş in.
Şaredarê Qaxizmanê Nevzat Yildiz daxuyand ku ev cure tenê li vê navçeyê çêdibe û wiha axivî: "Sêvên me yên dirêj çar sal û nîvek berê hatin tescîlkirin. Divê em hilberîna wan zêdetir bikin. Heta niha me li Qaxizmanê bi hezaran şitlê sêvên dirêj belav kir. Piştî ku me dest bi wezîfeyê kir me her sal 3 hezar şitl belav kir. Înşallah wê di dahatûyê da rewş hê baştir be."
Serokê Odeya Ziraetê ya Qaxizmanê Sulhettîn Gunday jî got çandiniya sêvan dewam dike û ji ber ku hatiye tescîlkirin ew kêfxweş in û wiha axivî: "Îsal bi bereket bû, înşallah sêvên me wê baş bên firotin."
Firoşkarê sêvan Cesîm Çelîk jî bal kişand ser tehma sêvan û wiha got: "Tehma van sêvan pir xweş e. Ez zivistanê sêvên dirêj difroşim, emrê wan 6 meh e. Li herêma me ew fêkiyeke pir girîng e."