Cotmeh 17, 2022 17:00 Asia/Tehran
  • Qada kevnar a herî mezin a Iraqê li Dihokê hat vekirin

Qada kevnar a herî mezin li Iraqê li Dihoka bakûrê vî welatî hat vekirin.

Ev qada kevnar bi rûbera 130 kîlometreyên çarkunc bi amadebûna balyozê Îtalyayê hat vekirin. Di vê qadê da biryar e bi hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê digel Zanîngeha Udine'ê ya Îtalyayê kolandin û vedîtina

berhemên kevnar pêk were.

Bihayê girêbesta wajokirî di navbera Hewlêrê û vê zanîngehê da 3133000 Euro hatiye ragihandin.

Ev qada kevnar li navçeya Faydeyê ya bajarê Sîmîlê ye û pênc şûnwarên kevnar tê da hene.

 

Serepeyv