Cotmeh 14, 2022 12:12 Asia/Tehran
  • Kevneşopiya serdana goristanê ya 300 salî li navçeyeke Şirnexê

Li navçeyeke Şirnexê welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev.

Şêniyên Gundikêmelê di kevneşopiya serdana goristanê ya 300 salî de hatin cem hev. 

Li bajaroka Gundikêmelê ya Şirnexê kevneşopiya serdana goristanan a 300 salî dewam dike. Şêniyên bajarokê her sal di roja pêncşema yekemîn û pêncşema duyemîn a meha Cotmehê de serê sibê li goristanê tên cem hev. 

Piştî serdana goristanê, gel xwarina bi hev re çêkiribûn xwarin. Xwarinên hatin çêkirin li ser maseyên li dû hev rêzkirî hatin bicihkirin û zêdetirî 100 malbat li ser heman sifreyê kom bûn. 

Piştî xwarinê lîstika kevneşopî ya 'Guhşegî' hat lîstin.

Serepeyv